Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundên Girê Spî û Minbicê topbaran kirin û agir bi zeviyên gundên navçeya Til Temirê xistin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev agir bi zeviyên çandiniyê yên gundê Qasimiyê yê Til Temirê xistin.
Şewat berfireh bû, zeviyên gundê Rîhaniyê û derdora wê da ber xwe.
Hemwextî wê, çete û leşkerên dagirkeriya Tirk gundên Kor Hesen û Silîp ên rojavayê Girê Spî jî topbaran kirin.
çeteyên dewleta Tirk a dagirker her wiha gundên Yaşilî, Ereb Hesen û Toxar yên Minbicê jî bi çekên giran topbaran kirin.
Paşê, di navbera Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dagirkiriyê şer qewimî..