Li Sûriyê ,6 alîgirên Îranê li Rojhilatê Sûriyê hatin kuştin

Li Bûkemalê ya Rojhilatê Sûrî, duh 6 alîgirên Îranê ku 4 ji wan Sûrî bûn, hatin kuştin. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, “Di êrîşeke hewayî li Rojhilatê Sûrî nêzî sînorê Iraqê de, 6 ji alîgirên Îranê, hatin kuştin.”

Çavdêriyê diyar kir ku êrîşê deverên wan û yên rêjîma Sûrî armanc kirine û anî ziman “4 ji wan Sûrî, 6 endamên girêdayî Îranê, li gundê El Ebas yê gundewarê Bûkemalê li Rojhilatê Dêra Zorê hatin kuştin.”

Ev êrîş ne ya yekemîn e ku li ser navendên Îranê li Sûriyê pêk tên.

Berî çend rojan jî, 2 leşkerên Sûrî û 5 çekdarên alîgirên rêjîmê di êrîşeke Israîlê de ku li Başûr û Rojhilatê Sûriyê pêk hatibû, hatin kuştin.

Back to top button