Tariq El-Ehmed: Divê hemû dagirkerî hatibana bibîrixistin

Derbarê Insiyatîfa Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê gelek peyam hatin dayîn.
Endamê Polîtburoya Partiya Netewî ya Civakî ya Sûriyê Tariq El-Ehmed û Hevserokê Dayîreya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyar Kurd derbarê Insiyatîfê nirxandin kirin û ev yek gotin:”Ev insiyatîf wê gaveke bingehîn û erînê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê be.”

Endamê Polîtburoya Partiya Netewî ya Civakî ya Sûriyê Tariq El Ehmed derbarê Isiyatîfa Rêveberiya Xweser ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê de ji ANHA’ê re axivî.

Tariq El Ehmed destnîşan kir ku di Insiyatîfê de li ser sedemên karesat û aloziya Suriyê û rêya çareseriyê hatiye rawistîn û got:

“Bi qasî ku ji xalên Insiyatîfê xuya dibe, îşaret bi hin sedemên karesata Sûriyê hatiye kirin.

Ew jî xwendin û analîzkirina şaş a hêzên di aloziya Sûriyê de cih digirin û lawaziya beşdarkirina van hêzan e.

El Ehmed diyar kir ku di Insiyatîfê de hin tiştên kêm hene û ev rexne kirin:

Di Insiyatîfê de îşaret bi dagirkeriya Amerîkayê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serweriya li ser bîrên petrolê nehatiye kirin.

Divê hemû dagirkerî hatibana bibîrixsistin.

Tariq El-Ehmed: Divê diyalog li ser bingehên rasteqîn bên pêşxistin

El Ehmed dawiyê dibêje:

“Divê hêzên ku astengiyê çêdikin û yên ku dixwazin mîna parvekirinek siyasî aliyên opozîsyona derve beşdarî diyalog an jî dan û standinan bikin bên dûrxistin.

Divê diyalog li ser bingehên rasteqîn pêş bixe, hemû hêz û partiyên siyasî bêyî dûrxistina tu aliyan beşdar bike.

Bedran Çiya Kurd: Bi rêya insiyatîfê em dixwazin rêyên çareserkirina aloziyê bidin pêş

Hevserokê Dayîreya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî derbarê heman mijarê de axivî.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ev Isiyatîf teqeziya yekîtî, wekhevî û edaleta di navbera hemû Sûriyan de ye û wiha anî ziman:

“Ev insiyatîf di demekê de hat ku hemû insiyatîf û pêşinyarên hatibûn kirin bê encam bûn.

Ev yek temenê aloziya Sûriyê dirêjtir dikir û rê li ber krîzeke kûrtir vedikir.

Em bi rêya vê Isiyatîfê dixwazin ku rêyên baş û bi encam ên çareserkirina vê aloziyê bidin pêş.

Çiya Kurd teqez kir ku insiyatîf insiyatîfeke Sûrî ye, ji hundirê Sûriyê û armanc dike rêya diyalogê ku bingehîn rêya çareseriyê ye aktîv bikin.

Bedran Çiya Kurd: Ev Insiyatîf gaveke erênî û bingehîn ji bo çareseriya vê aloziyê ye

Çiya Kurd da zanîn ku ev insiyatîf dê roleke bingehîn di dîtina çareserkirina alozî û krîza li Sûriyê de bilîze û weha bi dawî kir.

“Ji aliyên aborî, jiyanî û xizmetguzarî ve, dê ev insiyatîf gaveke erînî be û li ser yekirin û istîqrarkirina erdên wê dê bi roleke bingehîn rabe.

Insiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriyê

Back to top button