Li Bangladeşê di şewata li fabrîkayekê de herî kêm 50 kes mirin

Li bajarekê Rupgand yê nêzî paytexta Bangladeşê di encama şewata li fabrîkayekê de herî kêm 50 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya ku polîsan dayî ji ber şewata li fabrîkayê bi kêmanî 50 kes mirin, bi dehan kes winda ne.

Hate diyarkirin karker ji bo ku ji şewatê xilas bibin xwe ji pencereyan avêtine.

Nayê zanîn bê ka dema şewatê çend karker li hundir bûn.

Fikar heye ku jimara kesên mirî zêdetir bibe.

Şewat li fabrîkaya Food and Beverageyê ya du qadî ya li bajarê Rupgandê doh êvarîdest pê kir.

Şewat heta îro jî dewam kir.

Li Bangladeşê ji ber ku rêgezên ewlehiyê nayên bicihanîn di sektora tekstîlê de gelek caran şewat derdikevin.

Sibata 2019’an li Dakayê di şewatê de 70 kes miribûn.

Şewat li depoyekê bi awayekî derqanûnî berhemên kimyewî hildiberand derketibû.

Nîsana 2013’an jî atolyeya karxaneya dirûtina cilan ya Rana Plaza rûxiyabû û 1.138 karker miribûn.

Back to top button