Farûq Gergerlîoglû parlementeriya xwe careke din girt

Parlementerê HDP’ê Omer Farûq Gergerlîoglû ku ji ber twîteke ku parvekiribû, parlementeriya wê jê hatibû girtin û xistibûn girtîgehê, ku 6’ê Tîrmehê hat berdan, parlementeriya xwe careke din wergirt.
Gergerlîoglû got, “Me bi gel li ber xwe da û em bi serketin.”

Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehî derbarê Farûq Gergerlîoglû de bîryara binpêkirina maf da, 6 Tîrmehê ji girtîgehê derketibû. Gergerlîoglû ji bo wekîltiya xwe careke din bigre daxwazname dabû meclisê.

Ji bo vegerandina parlementeriya Gergerlîoglû bîryara dadweriyê li Meclîsa Tirkiyê îro hat xwendin. Piştî xwendina bîryarê Gergerlîoglû careke din bû parlementer.

Piştî ku di 17’ê Adarê de parlementeriya Gergerlîoglû ji dest hat girtin, ji meclisê hat avêti. 22’yê Nîsanê jî polîsên Tirk bi ser mala Gergerlîoglû de girtin, ew ji mal derxistin.

Omer Farûq Gergerlîoglû piştî ku 4 meha li girtîgehê ma careke din bû parlementer.

 

Back to top button