Hêzên Efxanî ji bo kontrolkirina dergehên Pakistanê ketiye tevgerê

Li Efxanistnaê her çiqasî peyamên agirbestê têne dayîn jî lê li kêleka vê, şerê navbera aliyan dewam dike.
Hikumeta Efxanistnaê jî ji bo careke din kontrolkirina derîyê “Spîn Boldak” yê bi Pakistanê re dest bi oparasyonê kiriye.
Her wiha ji bo piştevaniya pêvajoya aştiyê, DYA wê formata 4 welatî ya Efxanistan, Ozbekîstan û Pakistanê ava bike.

Li Efxanistanê dengê şerê dijwar ji herêmên sînorê welat tên.

Piştî çekdarên Talîbanê dergehê “Spîn Boldak” yê bi pakistanê re kontrol kirin, artêşa Efxanistanê dest bi oparasyonê kir.

Berdevkê Polîsên Wîlayeta Qendehar ya başûrê Efgnistanê Cemal Nasir Berkzay got,

Hêzên Efganistanê li dijî endamên Talîban ên xwe spartine malan, şer dike.

Welatiyan teqez kir ku hêzên Efganistanê li sûka sereke ya bajarokê başûrê welêt belav dibin.

Şêniyên ji herêma bajarê Çaman yê li nêzî dergehê Spîn Boldak got:

“şerekî dijwar heye.”

Di vê navberê de, Nûçegihanê ajansa Reutersê Danish Siddiki yê xwediyê xelata Pulitzer, li ser sînorê Pakistanê dema ku şerê navbera Talîbanê û hêzên hikumetê dişopand, hate kuştin.

Tevgera Talîban ji destpêka Gulanê ve êrişeke berfireh daye destpêkirin û di vê hefeteyê de dergeh xistibû bin kontrola xwe.

Ev dergeha sînorî ji bo Talîban di aliyê stratejîk de pir girîng e.

Bi rêya dergehê dikare bigihêje herêma Belocistan a Pakîstanê ku li wê derê ji beriya bi dehan salan ve fermandarên Talîban bi cih dibin.

Her wiha jimareke nediyar a çekdarên Talîbanê ji vê herêmê bo Efxanistanê tên veguhestin.

Rûsya: Nearamiya li Efxanistanê metirsî li ser welatên cîran çêdike

Ji rewşa li Efxanistanê û vekişîna hêzên NATO û DYA ji welat, Moskowa xistiye nava fikran.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov balkişand li ser metirsiya rewşa li Efxansitanê û got:

Nearamiya li Efxanistanê, metirsiya xwe heye ku derbasî sînorê welatên cîran bibe.

Ozbekîstan: Ji bo aramiyê platformek çaralî wê pêk were

Li aliyê din ji bo pêkanîna aramiya li welat jî hewildan têne kirin.

Wezareta Karên Derve ya Ozbekistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Ozbekistanê Ebdulezîz Kamîlov, Wezîrê Karên Derve yê Afganistanê Mihemed Xanif Etmar, Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureyşî û Nûnerê DYA yê Tabbet bi Efxanistanê Zalmay Xelîlzade li paytext Taşkentê civiyan.

Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku welatên mijara gotinê li hev kirine ku platformek dîplomatîk a çaralî ya armanca wê xurtkirina têkiliyên herêmî ye, ava bikin.

Back to top button