Welîd El-Muelim: Peymana suçiyê têk çû, çareseriya Idlibê çek e

Wezîrê derve yê rejîma Sûrî Welîd el-Muelim têkçûna peymana Suçiyê ragihand û teqez kir ku li Idlibê çareserî tenê bi çekan e. Li gel şerekî li ser erdê jî, di çarçoveya agirbesta Rûsî-Tirkî de, Rûsya bi binpêkirinên xwe û yên Tirkiyê li Sûriyê mukur hat.

Wezîrê derve yê rejîma Sûrî Welîd el-Muelim têkçûna lihevkirina Sûçiyê li parêzgeha Idlibê ragihand û ev yek jî li binpêkirinên dewleta Tirk vegerand.

El-Muelim bi bîr xist ku şandeyên hikumeta Sûrî bi yên Tirkiyê re civiyan û got:

Ev civîn bê sûd bûn û çeteyên dewleta Tirk pêşketina me li Mearet Numanê asteng dikin.

El-Muelim teqez kir ku çareseriyê li Idlibê tenê leşkerî ye.

Çavdêriya Sûrî:
Çeteyên dewleta Tirk ji deverên derdora rêya heleb-Şam vekişiyan

Ji aliyê xwe ve, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ji deverên li derdora rêya Heleb-Şam a navdewletî vekişiyan, lê nehat zelalkirin ku rejîma Sûrî xwe li van deveran bi cih kir an na.

Her wiha piştî rawestandina 6 saetan, balafirên şer dîsan herêma qaşo bêçek bombebaran kirin û bombe bi ser Maeret Numanê de berdan.

Çavdêriyê anî ziman ku balafirên Rûsî 33 êrîşên asmanî li gundewarê Idlib û Laziqiyê pêk anîn.

Wezareta parastinê ya Rûsî:
Di 24 saetên dawî de, me û Tirkiyê 101 binpêkirin li Sûriyê pêk anîn

Ev yek jî ji aliyê Wezareta parastinê ya Rûsî ve hat teqezkirin.

Wezaretê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, wan 55 binpêkirin pêk anîn, li gel 46an ji aliyê Tirkî ve.

Ew jî li parêzgehên Idlib, Laziqiyê, Hema û Helebê bûn.

Baregeha Himêmîmê:
Di 22’yê mehê de, me 2 dronên nenas anîn xwarê

Li gorî Lîwayê baregeha Himêmîmê jî 22’yê Kanûnê çekdarin ne nas bi dronan êrîşî baregeha Himêmîmê kirin, lê pergala parastinê ya Rûsî karîbû wan werîne xwarê.

Girêdayî mijarê, serokê parastina asmanî yê hêzên Rûsî Alexei Leonov ji bikaranîna zêde ya dronan hişyar kir.

Leonov dibêje, bikaranîna dronan ji aliyê terorîstan ve zêde bûye, ev yek ne tenê li Sûriyê heye, lê belê belkî li welatên din jî zêde bibe û divê em pêşî lê bigirin.

Leave a Reply

Back to top button