
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD û PYD daxuyanî dan û ev komkujî şermezar kirin.
Hat tekezkirin ku hemû aliyên ku sûcên li Efrînê dibînin, çavên xwe digirin û bêdeng in berpirsên vî sûcî ne.
Der barê êrişa rasterast a çeteyên girêdayî Tirkiyê li dijî welatiyên Cidirêsê û kuştina 4 ciwanên Kurd hêrs bilind dibe.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD der barê vî sûcî hovane de, daxuyaniyek da.
MSD’ê ev sûc û komkujiya hov şermezar kir û sersaxiyê ji malbatên qurbanan re xwest.
MSD’ê da zanîn ku ev sûc ji dagirkerî, koçberkirin û binpêkirinên li dijî Kurdan nayê veqetandin û got:
Dagirker û alîgirên wan rasterast berpirsyarên vî sûcî ne.
Hemû aliyên ku li hember tawanên berdewam ên li herêmên dagirkirî bêdeng man, berpirs in.
MSD: Divê Efrîn weke herêmeke mirovî ya bêçek were ragihandin
MSD’ê êrîşên hovane û berdewam ên li ser gelê Kurd ku ji aliyê komên girêdayî Tirkiyê ve, pêk tên şermezar kir û ev bang kir:
- Efrîn weke herêmeke mirovî ya bêçek were ragihandin, hemû aliyên leşkerî werin derxistin, niştecihên wê yên resen werin vegerandin û ev hemû bi şertê ku di bin çavdêriya civaka navdewletî de pêk were.
- Berpirsên tawanên li dijî mirovatiyê û binpêkirinên rojane yên yasayên navdewletî werin darizandin.
- Rêveberî û ewlekariya herêma Efrînê ji bo gelê wê yê resen were radestkirin û sîstemeke dadwerî ya adil û zelal were avakirin.
- Hemû girtî û kesên revandî serbest werin berdan û çarenivîsa kesên winda were zelalkirin.
- Garantiya derbasbûna dezgehên ragihandinê û rêxisinên hiqûqî yên navdewletî ji Efrînê re were dayîn.