Aldar Xelîl: Şoreşa rast, şoreşa 19’ê Tîrmehê ye

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl tekez dike şoreşa rast, şoreşa 19’ê Tîrmehê ye.
Li ser rewşa awarte ya li herêmê hatî ragihandin jî, Aldar Xelîl dibêje:
“Divê gel ji şer re amade bike.
Bi şêwazê şerê gel ê şoreşgerî em ê destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl tevlî bernameyeke taybet a televizyona me bû û şoreşa 19’ê Tîrmehê, encam û destkeftiyên wê nirxandin.

Aldar Xelîl anî ziman şoreşa rast a 19’ê Tîrmehê ye, ku xwe li dijî hişmendiya netewdewlet û desthiladariyê bi rêxistin kiriye.

Aldar Xelîl: Em ê bi şêwazê şerê gel ê şoreşgerî herêmê biparêzin

Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk û hin aliyên din dixwazin vê pergalê ji holê rakin, lê bi şêwazê şerê gel ê şoreşgerî ew ê vê pergalê biparêzin.

Aldar xelîl der barê rewşa awarte ya li herêmê hatî ragihandin jî axivî û bang li hemû pêkhateyên bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku xwe ji şer re amade bikin.

Aldar Xelîl: Divê gel destkeftiyên şoreşê ku bi xwîna şehîdan bi dest ketine, biparêzin

Aldar Xelîl tekez kir divê gelê herêmê ji derveyî hêza xwe çareseriyê ji derve nebîne, ji ber hêza çareseriyê ew bi xwe ye.

Dawiya nirxandina xwe Aldar xelîl banga parastina destkeftiyên şoreşê li hemû pêkhateyên herêmê kir.

Back to top button