Erdogan ji bo dagirkirina Bakurê Sûrî li benda desteka Rûsya û Îranê ye

Duh civîna Tehranê ku her kes li bendê bû hat lidarxistin..
Serokê Tirkiyê bi hêviyekê berê xwe da wê civînê, ew jî ku li dijî Rojava destûra êrişekê bi dest bixîne,,
Li wir jî gotinên xwe weke ewlehiya me ya netewî dubare kirin..
Lê belê Serokên Rûsya û Îranê bersivê ne li gorî dilê Erdogan dan..
Wan qala rêbaza çareseriya siyasî kir û êrişeke Tirkiyê qebûl nekirin..
Putin got; divê xeta sînor têkeve bin destê Dewleta Sûrî..
Lîderên Îranê Erdogan hişyar kirin ku êriş wê rewşa herêmê xerab bike..

Bi hêviya ku destûra êrişekê bi dest bixîne, Serokê Dewleta Tirk Erdogan berê xwe da Tehranê û li gelê Serokên Rûsya û Îranê civiya..

Beriya hevdîtina sê-alî, Erdogan li gel Lîderê Olî yê Îranê Elî Xaminay civiya.

Xameniya di vê hevîdtinê Erdogan hişyar kir ku êrişa li dijî Bakurê Sûrî wê zerarê bide ewlehî û aramiya herêmê:

“Pêwîst e pêşiya her êrîş û operasyoneke leşkerî ya li nav axa Sûriyê bê girtin û pirsgirêkên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bi diyalogê werin çareserkirin”

Tevî vê yekê jî şefê Tirk Erdogan careke din di bin navê ewlehiyê de, qala Minbic û Til Rifetê kir.

Wê Tirkiyê êrişên xwe ên li Sûrî dewam bike. Di vî warî de pêwîstiya me bi desteka Îran û Rûsyayê heye.

Ji bo pêkanîna vê tevgera me, tenê gotin têrê nakin.

Serokên Îran û Rûsyayê di vî warî de ragihandin ku ew li dijî êrişa li hemberî xaka Sûrî ne.

Vldîmîr Putîn di hevdîtinê de li şûna êrişa dewleta Tirk, hebûna hêzên hukûmeta Şamê li xeta sînor weke çareser binav kir.

“Pêwsît e tevhiya herêma Bakur, têkeve bin desthilata dewleta Sûriyê”

Serokê Îranê Ibrahîm Reîsî jî bijardeya pêkanîna êrişkê ji hêla Dewleta Tirk bidûr xist û zêdetir behsa çareseriya siyasî kir.

“Bi rêbazên leşkerî, pirsgirêka Sûriyê nayê çarserkirin, divê bi rêya dîplomasiyê be. Destwerdana leşkerî pirsgirêkê mezintir dikin”.

“Pêwsît e Hêzên Amerîkî ji Rojhilatê Firatê derkevin”

Çavdêrên siyasî ev helwestên Rûsya û Îran weke bendekî li pêşiya êrişeke dewleta Tirk li Bakurê Sûrî pênase kirin.

Lê belê serokê Tirkiyê bi sûcdarê şer hat tawanbarkirin..

Rêveberê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî li ser malpera xwe bi van gotina qala Erdogan kir.

“Her kesî li daxuyaniyên Erdogan guhdarî kir. Tê de eşkere bû ku ew qirkirina gelan û dagirkirina axa Sûrî dike armanc. Gotinên Erdogan nîşan dide ku çawa sûcdareke şer e.”

Berî niha jî Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî eşkere kiribû ku eger dewleta Tirk destûrê bi dest bixe wê yekser êriş bike.

Ji xwe rayedarên Amerîkî û Koalîsyona Navneteweyî jî heta niha dijberiya êrişeke Tirkiyê li nava axa Sûriyê dikin û rê nedane..

Back to top button