IRAQ..10 çeteyên DAIŞ’ê di nava 3 rojan de hatin girtin

Li Iraqê, di operasyonên cuda yên artêşa Iraqî li dijî DAIŞ’ê de, 10 çete hatin girtin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Iraqî, Yihya Resûl ragihand ku ajansa dijî-terorê ji destpêka vê mehê de dest bi operasyoneke mezin li dijî DAIŞ’ê kiriye.

Resûl diyar kir ku heta niha di encama operasyonan de, 10 çeteyên DAIŞ’ê ku di nav wan de serçeteyek hebû, hatin girtin.

Jixwe beriya niha jî, artêşê Iraqî di operasyoneke istexbaratî de, 3 çete li Enbarê girtibûn.

Back to top button