Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, rojnamevanek li Girê Spî revand û ew êşkenc kir.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand, ku çeteyan rojnamevanê bi navê Mistefa El-Xelef ji nexweşxaneya Girê Spî revand.
Çeteyan Mistefa êşkence kir û ew ber bi bargeheke xwe ya li Girê Spî ve bir.
Li Girê Spî ya dagirkirî, rojane sivîl ji aliyê çeteyan ve tên revandin û rastî êşkenceyê tên.
Li wir rengê ewlehî û aramiyê ji ber kirinên çeteyên dagirkeriya Tirk nemaye û jiyan veguheriye dojeh.