Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêketina 173 kesan bi vîrûsa corona û mirina 3 kesan hat tomarkirin.
Li gel van pêketiyan, Desteya Tenduristiyê diyar kir ku 7 kes jî , ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe 3 hezar û 798, ji wan 112 kesan jiyana xwe ji dest daye û 672 kes jî baş bûne.
Li herêmên hikûmeta Şamê 40 kesên din bi vîrûsê ketin
Li herêmên hikûmeta Şamê jî, 40 kesên din bi vîrûsê ketin û 3 kes jî mirin.
Bi van daneyên nû re, li wan herêman, heya niha 5 hezar û 359 kes bi coronayê ketine û 267 kes jî mirine.