Li gundê navçeya Şêrawayê welatiyek hat revandin.
Li gorî çavkaniyan, çeteyên “Feyleq El Şam” yên girêdayî dewleta Tirk welatî Arif Xeyrî ji gundê Burc Heyder ê navçeya Şêrawa revand.
Hat diyarkirin ku çeteyan Arif birin cihekî ne diyar û aqûbeta wî nayê zanîn.
Her weha girtin ser mala wî û dest danîne ser tevahî telefonên malbatê.
Beriya niha Rêxistin Mafên Mirov a Efrîn-Sûriyê ragihandibû ku, çeteyên navborî qaçaxçîtiya madeyên hişbir di navbera herêmên hikumeta Şamê û gundên Şêrawayê de hêsan bikin.
Gorî rêxistinê, çeteyan erebeyeke barhilgir a 5 kg eroîn û zêdeyî mîlyon û nîvek hebên captagonê ji bajarokên Nibul û Zehrayê, di rêya gundê Burc Heyder re derbasî Efrînê kir.