Bîlançoya şewata li Hawaîî giran dibe: 93 kes mirin

Li eyaleta Hawaîî ya DYA’yê, ji ber şewatê herî kêm 93 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Waliyê Eyaleta Hawaîî daxuyaniyek da û diyar kir ku hejmara qurbaniyên şewatê gihîştiye 93’an.

Fikar heye ku bîlanço girantir bibe.

Bajarê Lahaîna yê li girava Maûî bi temamî şewitî.

Ji vî bajarê benderê yê tûrîstîk ku nifûsa xwe 13 hezar kes bû, tiştek nema.

Li girava Maûî karên lêgerînê dewam dike.

Li gorî saziya federal a ji destwerdana li afetên xwezayî berpirsyar (Fema), nêzî 2 hezar û 200 avahî hilweşiyan an jî xisar lê bûne.

Tê texmînkirin ku tenê li Lahaînayê ji bo jinûve avakirinê pêwîstî bi 5.52 milyar dolarî heye.

Endamê Meclisa Nûneran a DYA Jill Tokuda ji kanala televîzyonê ya CNN re axivî û li wê yekê mikur hat ku wan têkildarî metirsî û leza şewatê texmînên rast nekirine.

Bîlançoya şewata li Hawaii giran dibe: 80 Kes mirin

Back to top button