Ukrayna: Rûsya êrişî Xersonê kir 7 kes hatin kuştin

Li rojhilatê Ukrayna şerên dijwar rûdidin.
Keştiyeke li Derya Reş dema berê xwe dida benderên Ukrayna ji aliyê artêşa Rûsya ve hate hişyrkirin.
Di êrişa bi çekên giran ya li ser Xersonê de 7 kes hatin kuştin.

Artêşa Rûsya di parastina xaka Ukrayna ya kontrol kirî de israr dike.

Ji ber vê yekê êrişên li rojhilatê welat dijwar kiriye.

Ukraynayê ragihand, artêşa Rûsya bi çekên giran êrişî 2 gundên bajarê Xersonê kiriye.

Di encamê de, 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Hundirîn yê Ukraynayê Ihor Klymenko di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama êrişa bombeyî ya Rûsyayê li ser gundê Şyroka Balka de jinek û pitika wan a 23 rojî mirin e.

Her wiha zarokê wan ê 12 salî ku bi giranî birîndar bûyî, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Di êrîşê de welatiyekî din ê ji heman gundî jiyana xwe ji dest da.

Li heman herêmê di encama 12 topbarana li dijî gundê Stanislav de 2 kesên din jî mirin.

Klymenko di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê ya li ser medyaya civakî de wiha got,

“Terorîst qet niyeta xwe ya kuştina sivîlan bi dawî naynin.

Divê terorîst bi zextan bên rawestandin.

Ji ber ku ew ji tiştekî din fêm nakin.”

Tevî ku artêşa Ukraynayê di Mijdara borî de rojavayê herêma Xersonê ji bin kontrola Rûsyayê derxistibû, Moskow bi dewamî niştecihên derdora çemê Dnipro bombebaran dike.

Keştiya şer ya Rûsya li Derya Reş, keştiyeke barhilgir hişyar kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku keştiya wan a şer, keştiyeke barhilgir a ber bi bendera Ukraynayê ya li Behra Reş ve diçû, hişyar kiriye.

Wezaretê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Wezaretê diyar kir ku keştî ber bi Bendera Îzmaîl a Ukraynayê ve diçû.

Ji ber ku keştiyê guh li daxwazên rawestandina kontrolê negirtiye, wan ew bi teqandina guleyan hişyar kirin e.

Piştî xebatên lênêhêrînê bidawî bûn, careke din rê dane keştiyê ku berê xwe bide Bendera Îzmaîl.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê 19’ê Tîrmehê diyarkiribû ku hemû keştiyên ber bi benderên Ukraynayê ve diçin wê wek “hilgirên barhilgirên leşkerî yên potansiyel” bên nirxandin.

Rûsya: Êrişa Ukrayna ya li ser Kirimê hat pûçkirin

Back to top button