Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê Cejna Remezanê li pêkhateyên civaka Sûriye û netewa îslamî pîroz kir û hêvî kir ku cejn, bibe boneya pêkanîna aştiyê û ewlehiyê li herêmên Sûriyê.
Meclisa Kongra Star bi boneya Cejna Remezanê daxuyaniyek da û cejn li pêkhateyên civaka Sûriyê û malbatên şehîdan pîroz kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Cejn û boneyên olî, çandeke exlaqî ye ku di nava xwe de gelek nirx û wateyên mirovî yên civakên bi edalet û wekheviyê bawer in, dihewîne.
Êdî ev bone bûne wesîleyek ji bo pêkanîna jiyaneke azad, ewle û çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane.
Kongra Star dawiya dauxyaniyê, Cejna Remezanê li tevahî pêkhateyan pîrozkir û soza berdewamkirin û mezinkirina têkoşînê ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, peydakirina vegereke ewle ji bo koçberan û penaberan da.