Li bajarê Ezazê yê dagirkirî, di encama 2 teqînan de, serçeteyekî dewleta Tirk birîndar bû.
Vê sibehê, li bajarê Ezaz û li bajarokê Soran yên dagirkirî, 2 teqîn pêk hatin
Di encama teqîna li bajarokê Soranê de, serçeteyê dewleta Tirk ê bi navê Ebû Xalid El-Himsî bi giranî birîndar bû.
Di heman demê de, li navenda bajêr û li nêzî mizgefta Elî Bin Ebî Talib jî, zirarên madî di encama teqîna mayînekê de çêbûn.
Hêzên hikumeta Şamê û çeteyan deverên hev topbaran kirin
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê herêmên Kensafra, Fitêra yên Li Cebel el-Zewiyê topbaran kir.
Her weha çeteyên dewleta Tirk deverên hêzên hikumetê yên li gundewarê Başûrê Idilbê kir armanc.