Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê qonaxa 2’emîn a Pêngava Tunekirina Terorê ku di 17’ê Tîrmehê de destpêkiribû piştî 4 rojan bi daxuyanîyekê bi dawî kir. QSD’ê ragihand ku 31 çete hatine girtin.
QSD’ê daxuyaniya çapemeniyê li Heqil El-Umer ê gundewarê Dêrazorê li dar xist û encamên qonaxa 2’emîn a Pêngava Tunekirina Terorê ya 4 rojan, ragihand.
Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El-Abdullah daxuyanî xwend û got:
“Li ser banga şêx û rûspiyên herêmê, hêzên QSD’ê, YPJ û Hêzên Koalîsyona Navnetewî, 17’ê Tîrmehê qonaxa 2’emîn a Pêngava “Tunekirina Terorê” ragihand.
Pêngav ji bo hedef-kirina baregehên terorîstan û kesên dixwazin tevliheviyê derxînin, li gundewarê bakurê Dêrazorê dest pê kir.
Bîlançoya 4 rojan a operasyonê wiha ye:
Di çarçoveya pêngavê de 31 çete û gumanbar hatin girtin. Di nav de berpirsekî mezin ê DAIŞ’ê.
Hêzên QSD’ê rêjeyek mezin a alavên leşgerî û teqemeniyê desteserkir.
Her wiha depoyeke kevin a çeteyên DAIŞ’ê ku 2 hezar topên hawnê tê de hebûn, dîtin.
Dawiya daxuyaniyê spasiya şêniyên herêmê hat kirin ku destek dan hêzên QSD’ê.
Û hat teqez kirin ku wê pêngavên tunekirina terorê bidomin.”