Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi van sûcên bê exlaqî weke destdirêjî û tudiya li dijî zarok û jinan hêviyên gelê kurd winda bike. Jin û rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên destdirêjiya zarokan li herêmên dagirkirî şermezar kirin û gotin: Divê saziyên behsa aştî û parastina zarok û jinan dikin li hember vê sûcê bisekinin”
Di hefteyekê de li Efrînê 2 sûcên destdirêjiya li dijî 2 zarokên (10 û 14 salî) ji hêla serçeteyên komên dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatin.
Li ser vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.
Newroz El Elî: Hedefgirtina jin û zarokan sûcên bê exlaqî ne
Cîgirê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroz El Elî sûca hovane ya li dijî zaroka 10 salî şermezar kir û got:
“Ev rewş ne ya yekemîn li herêmên Efrîna dagirkirî pêk tê.
Hincetên dewleta Tirk a dagirker gelek in ku sûcan li dijî zarok, jin û welatiyan pêk bînin.
Divê saziyên hiqûqî û mirovî yên îdiaya aştî û parastina mafên mirovan dikin li hember van sûcan bisekinin.”
Rabîe Bekro: Ev sûc dûrî hemû olane
Li aliyekî din jî welatiya bi navê Rabîe Bekro sûca destdirêjiya zaroka 10 salî li navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî şermezar kir û daxuyakirin ku ev sûc dûrî hemû olan e.
Zehra Mihemed: Bêdengî rewşê xetertir dike
Zehra Mihemed jî bertek li hember bêdengiya rêxistinên têkildarî mafên zarokan nîşan da û ev nirxandin kir:
“Li hember sûcên li dijî zarokatiyê ev rêxistin li ku ne.
Ev sûc xeteriyeke rasteqîn çêdike û gefan li jiyana zarokan dixwe.”
Şehrezad El Casim: Dewleta Tirk dixwaze vîna jina azad bişkîne
Endama Desteya Rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim jî li ser ne razîbûna xwe di derbarê van sûcê bê exlaqî nîşan da.
Şehrezad El Casim diyar kir ku dagirkerî û çeteyên wê demografiya vî bajarî diguherin, vîna jina azad bi destdirêjîkirin, tundî, koçberkirin û revandina zarokan dişikînin.
Ayşe El Mudhî: Divê sûcdar bi tundî bên cezakirin
Herî dawî endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a herêma rojhilatê Dêrazorê Ayşe El Mudhî sûcên destdirêjiya li dijî zarokan ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bi karekî tirsonak pênase kir û banga cezakirina sûcdaran kir.