Li Rojhilatê Kurdistanê Kolberekî din jiyana xwe ji dest da

Li Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber kirîza aborî, welatî mecbûrî kolberiyê hatine kirin, kolberek ku ji cihekî bilind ê Hewramanê ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.

Kolberê bi navê Seywan Sêyfî yê 31 salî ku ji gundê Yojnan a Sawlava ku girêdayî Hewraman e duh ji cihekî bilind ê li Hewramanê ket xwarê û bi giranî birîndar bû.

Hêzên alîkariyê bi rêya helîkopterê xwe gihandin wî û ew rakirin nexweşxaneya Koser a bajarê Sine.

Lê ji ber ku birînên wî giran bûn, jiyana xwe ji dest da.

Ji ber kirîza aborî ya li Rojhilatê Kurdistanê welatî mecbûrî kolberiyê hatine kirin.

Salane bi dehan kolber ji ber êrişa pasdarên rejîma Îranê û bûyerên bi wî rengî jiyana xwe ji dest didin.

Back to top button