EMÎNE OMER: ÇARESERIYA ALOZIYÊ BI TINEKIRINA DAIŞ’Ê VE GIRÊDAYÎ YE

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer têkildarî tinekirina DAIŞ’ê û têkiliya wê bi çarseriya aloiya Sûrî axivî û got:
DAIŞ’ê wê li ser sê qonaxa were tinekirin.
Piştî wê êdî pêvajoya çareseriyê dikare destpê bike.
Lê divê nûnerên me di vê pêvajoyê de hebin.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Emîne Omer, têkildarî pêvajoya piştî têkbirina DAIŞ’ê û çareseriya aloziya Sûrî bersiv da pirsên Ajanasa Hawarê..

Emîne Omer diyar kir ku, tinekirina DAIŞ’ê wê di sê qonaxa re derbas bibe û wiha got.

Ya yekem tinekirina leşkerî û cografî ku ew jî niha pêk tê.

Qonaxa duyem jî li dijî şaneyên DAIŞ yên veşartî ye, pêwîstiya vê gavê jî bi destekek navdewletî heye.

Ji ber xeteriya van şaneyan ji ya leşkerî bêhtir e.

Her wiha qonaxa sêyemîn û a dawî jî, li dijî bîrdoziya çeteyên DAIŞ’ê ye.

Ji bo vê jî divê, saziyên fêrkirin, têgihiştin û girngiyê werin avakirin.

Piştî van qonaxan, êdî mirov dikare bêje, DAIŞ”ê bi temamî hat tinekirin.

Têkildarî bandora tinekirina DAIŞ’ê li ser çarseriya aloziya Sûrî jî Hevseroka MSD’ê ev tişt anî ziman;

Dewletên têkildar destpêkirina xebata siyasî ji bo çareseriyê bi dawîkirina DAIŞ’ê ve girê didin.

Ji lewre em nikarin bêjin wê pêvajoya çareseriyê destpê bike, ji ber ku hîna DAIŞ bi temamî nehatiye tinekirin.

Emîne Omer bal kişan ser civînên navdewletî yên ji bo çareseriyê hatin lidarxistin jî û wiha dewam kir;

Gelek civînên ji bo çareseryê weke Cinêv,Astana û hin civînên din hatin lidarxidtin, lê belê tiştek bi xwe re neanîn.

Nakokî di navbera van dewletan de heye.

Her komek nerîn û xetek wê ya cuda heye.

Hîna tifaqek ji bo çareseriyê di navbera wan de çênebûye.

Ji bo avakirina destûkrekî nû ji Sûriyê re ku ew jî destpêka çareseriyê ye, komîteya destûrî nehatiye avakirin.

MSD’Ê Û RÊVEBERIYA XWESER BEŞEK JI ÇARESERIYA ALOZIYÊ NE
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer di dawiya axaftina xwe de ev peyam da.

Em weke MSD’ê û Rêveberiya Xweser, beşek ji çareseriya aloziyê ne, divê em cihê xwe di xebata çareseriyê bigirin.

Divê nûnerên me di komîteya destûrî ya tê texmînkirin îsal were avakirin de, hebin.

Leave a Reply

Back to top button