Maseya Rêxistinên Jîngeha Kurdistanê di serdana bo parlamena Başûrê Kurdistanê de banga pêşgirtina li talankirina xwezayê herêmê kir.
Maseyê li ser birîna Tirkiyê bo darên daristanên herêmê, girtina Îranê jî bo ava robarê Zêya Biçik û Sîrwanê, ji serokatiya parlamenê xwest ku digel her sê serokatiyê Îraqê çareseriyekê bibînin.
Serokê Maseya Rêxistina Jîngehê ya Germiyanê Enwer Ebdulah Ezîz diyar kir ku dagirkeriya Tirkî, daran dibire û kokên wan jî dişewitîne.
Li gorî agahiyên dawî, ava bendava Derbendîxanê 11 metreyan kêm bûye, ava robarê Sîrwanê ji sedî 100 girtiye û ava gola Dokanê jî ji sedî 70 girtiye.
Tê payîn, di rûniştina bê ya parlamena Iraqî de, binpêkirina Enqereyê li hemberî serweriya welêt û talankirina jîngeha Kurdistanê, werin guftûgokirin.