Polîsên Îranê welatiyê Kurd Nasir Kerîm bi êşkenceyê kuşt

Welatiyek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê, bi êşkenceya polîsên Îranê jiyana xwe ji dest da.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand “Nasir Kerîm ê 27 salî yê xelkê Bokan ya ser bi Urmiye ve ya Rojhilatê Kurdistanê, bi êşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da.

Komeleyê eşkere kir “Kerîm di 30’ê Gulana 2021’an de, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û ji girtîgeha Bokanê re hatibû şandin.”

Hat ragihand ku Nasir Kerîm dema tê binçavkirin, rastî êşkenceya giran ji aliyê polîsan ve tê û ji ber nabin nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest dide.

Back to top button