Li Kerkûkê di êrişa DAIŞ de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Li Kerkûkê çeteyan 4 leşkerên Iraqê kuştin, artêşa Iraqê jî li Çiyayê Hemrînê li dijî çeteyan operasyonek da destpêkirin.

Duh bi şev, li ser rêya sereke ya Silêmanî-Kerkûkê, çeteyên DAIŞ’ê êrişî leşkerên artêşa Iraqê kir.

Hate ragihandin di êrîşê de 4 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Iraqê li Çiyayê Hemrînê operasyonek da destpêkirin

Li ser vê yekê, Fermandarê Operasyona Leşkerî ya Diyale Talib Musawî ji medyaya Iraqê re ragihand ku hêzên wan îroli 5 eniyên li Çiyayê Hemrînê operasyon daye destpêkirin.

Li Çiyayê Hemrînê mayînek di wesayîta leşkerî de teqiya

Hatiye ragihandin ku di dema operasyona hevbeş ya artêşa Iraqê û Heşdî Şeebî de li çiyayê Hemrîn, mayînek bi wesayîta leşkerî de teqiya û endamekî hêzên Heşdî Şeebî hat kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Back to top button