Niha û di vê rewşa zehmet de, nexasim hikumeta AKP’ê tedbîran nagire, girtî bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne û rewşa wan her diçe xerabtir dibe. Girtî bixwe vê yekê eşkere dikin û daxwaza berdana bilez dikin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, der barê binpêkirinên mafan ên meha Çile, Sibat û Adarê de raporek amade kir û tê de, behsa binpêkirinan kirin ku pêwîstiyên paqijiyê yên sereke nadin wan.
Birayê girtî Mazlum Guzel ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de, Firat Guzel, diyar kir ku “jiyana girtiyan di metirsiyê de û bijîşkek jî li girtîgehê nîne. Girtî nikarin xwe biparêzi û divê demildest werin berdan.”
Vîrûsa Corona..Rêxistinên Mafên Mirovan: Li girtîgehan tedbîr kêm in
Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê, li 44 girtîgehan lêkolîn çêkirin û diyar kirin ku “li dijî vîrûsa Corona, tedbîr kêm in, paqijî têrê nake û devpoşk û lepikan nadin girtiyan”.
Rêxistinan xwest ku ji hiqûqnas û parazvanê mafên mirovan desteyek were avakirin û li Îmraliyê jî lêkolînê bike.



