Artêşa Tirk a dagirker gundê Perexê yê Zaxo a herêma Başûrê Kurdistanê topbaran kir.
Li gorî hatî ragihandin ku îro di roja yekem a cejna Qurbanê de artêşa Tirk a dagirker gundê Perex yê bajaroka Derkarê ya ser bi Zaxo topbaran kir.
Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de ziyan gihîşte sewal û malên li gund.
Ji ber topbaranê bi dehan sewal mirin.