Misilmanên Fransa ‘rêziknameya pîvanan’ a komarê qebûl kirin

Konseya Çandê ya Misilmanên Fransayê (CFCM), ‘rêziknameya pîvanan’ bi rengekî fermî qebûl kir ku ev rêzikname li Fransayê pêşî li pêvajoya jinûve avabûneke mezin a Îslamê vedike.

Li Fransa tedbîrên ji bo pêşîgirtina ‘Îslamiya tundrew û cihêkar’ ji aliyê hikumetê ve têne girtin.

Piştî krîza navxweyî ya ku bi hefteyan dewam kir, rêveberên Konseya Çandê ya Misilmanên Fransayê CFCM’ê roja Şemiyê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wan li ser metneke ku ‘laîktî’, ‘wekheviya jin û mêr’ û ‘guncawiya’ baweriya Misilman destnîşan dike, li hev kirine.

Her wiha red kirine ku Îslam ji bo armancên siyasî bê bikaranîn.

Di vê metnê de pîvanên komarê ji nûve hatin destnîşankirin.

Metna navborî li ser daxwaza Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron di çarçoveya têkoşîna dijî ‘Îslamiya tundrew û cihêkar’ de hatibû amadekirin.

Pêşnûme wê li Parlamentê bê lêkolînkirin.

Di meha Cotmehê de piştî ku mamosteyê dîrokê Samûel Paty hate serjêkirin û piştî du hefteyan jî li bajarê Nîce êriş li dijî dêrekê hate kirin, Macron zext li nûnerên Misilmanan kiribû ku pîvanên komarê qebûl bikin.

Rêziknameya pîvanan hîn ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.

Bi qebûlkirina rêziknameya pîvanan re rê li ber avabûna Konseya Îmaman a Neteweyî vedibe.

Konsey wê bi amadekirina îmamên li Fransayê bixebitin, wezîfedar be.

Wezîrê Karê Hindirîn yê Fransa: Ji 18 mizgeftên ku min daxwaza şopandina wan kirî 9 hatin girtin

Wezîr Darmanin têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek weşand û wiha got:

Li ser fermana Serokomar Emmanuel Macron û Serokwezîr Jean Castex li welat di
çarçoveya têkoşîna “cudaxwaziya Îslamî” hikumetê gavên bibiryar û şînber avêtine.

Darmanin dazanîn ku ji 18 mizgeftên ku dawaza şopandina wan hatî kirin, 9 jê hatine girtin.

Macron: Wê dawî li karê îmamên Enqereyê bê anîn

Tê gotin, li welat 89 mizgeft ji aliyê dewletê ve têne şopandin.

Welatên Ewropa ji hewildanên Tirkiyê yên karanîna ol li Ewropa bifikarin.

Macron ragihandibû ku di nava çar salan de wê dawî li karê 300 îmamên ji aliyê Tirkiyê, Fas û Cezayîrê ve hatine wezîfedarkirin bê anîn.

Back to top button