Di navbera sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de aşût hat û agahî ji 6 kolberan nayê girtin.
Duh li ser sînorê navbera Rojhilatê Kurdistan û Bajaroka Bajirgê ya Navçeya Gevera Colemêrgê aşût ket.
Piştî aşût ket, ji duh ve agahî ji 6 kolberên li ser sînor bazirganî dikir nayê girtin.
Malbatên kolbaran anî ziman ku aşût li aliyê Rojhilatê Kurdistanê li nêzî sînor pêk hatiye.
Malbat çûn herêmê û destnîşan kirin ku hê jî ti agahî ji xizmên xwe negirtine.
Rêya bi sedan gundan hatin girtin
Li aliyê din jî, li Bakurê Kurdistanê bandora giran a encama barîna berfê dewam dike.
Ji ber berfê li Dersim, Xarpêt, Çewlik û Meletiyê, rêya bi sedan gundan hatin girtin.
Li Amed û Êlihê, her wiha li qadên bilind ên Şirnex û Sêrtê, berf û baran bi hev re dibare, li Mêrdîn, Amed, Êlih, Şirnex, Sêrt û Rihayê baraneke xurt lê dike.
Li Wan û Colemêrgê jî ji ber berfa ku 2 roj in dibare reya 349 gundan hatiye girtin.