Desteya Çandê û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plansaziya xwe ya îsal eşkere kir.
Hevserokê desteyê Murhef El Fehid têkildarî pilansaziya îsal ev yek got:
“Îsal em ê mîhrîcana helbest û cîrokan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixin.
Em hewl didin ku ev mîhrîcan xwedî pîvanên herî bilind be .
Da ku bibe navenda hemû wêjevan û helbestvanên ji hemû pêkhateyan herêmê.”
Têkildarî xebatên desteyê El Fehid ev agahî parve kirin:
“Em hewl didin ku asta çalakiyên navendî pêş bixin.
Dê sîmpozyûmek li gorî pîvanên herî bilind ji bo hunermend û şêwekaran bê amadekirin.
Wê werşeyek ji bo pêşandana tabloyan bê lidarxistin.
El Fehid tekez kir ku wê cihên arkolojîk ku di encama erdhejê de zirar dîtiye, sererast bikin.