Mihemed Xerzî: Dewleta Tirk dixwaze aramiyê têk bibe

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Mihemed Mela Reşîd Xerzî got:
“Li dijî êrîş û planên bi navê Îslamê tên kirin pêwîste hemû gel yekrêziya xwe ava bikin.”

Mihemed Mela Reşîd Xerzanî derbarê pêkanînên dewleta Tirk ên ku di bin navê Îslamê de dike axivî ..

Mihemed Mela Reşîd diyar kir ku dewleta dagirker, di bin navê îslamê de komên çete dan pêş û got:

“Dewlet Tirk bi van komên çete xaka Suriyeyê dagir kir.

Hilweşandin û metirsîn zêdetir kir..

“Bi diyaloga bi hikumeta Şamê re dixwaze rûyê xwe veşêre”

Tirkiyê niha jî bi navê diyaloga bi hikûmeta Şamê re dixwaze rûyê xwe veşêre.”

Mihemed Xerzanî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze aramiyê têk bibe.

Hewldanên wê ev in, lê nikare viya bike

“Yekane rêya têkbirina êrişan yekrêziyê”

Mihemed Mela Reşîd Xerzanî got:

Li dijî êrîş û planên bi navê Îslamê tên kirin pêwîste hemû gel yekrêziya xwe ava bikin..

Li şûna ku Hikûmeta Şamê hevkariyê bi dewleta Tirk dike bera bê li gel Rêveberiya Xweser pêwendiyan çêbike..

Back to top button