Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dûîsbûrgê buroya hilbijartinê vekir.
Partiya Çepên Kesk li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê buroya hilbijartinê vekir.
Bi sedan kes tev li vekirinê bûn.
Berdevka HDP’ê ya Elmanyayê Leyla Îmret, Parlementerê HDP’ê ya Serdema 25 û 26’an Ahmet Yildirim,
Endamê AGÎF’ê Onûr Guler û Endamê ATÎF’ê Suleyman Gurcan di vekirinê de axivîn.
Di axaftinan de bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê.
Piştî axaftinan bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan buro hat vekirin.
Di vekirinê de ji bo meşa Dusseldorfê ya 15’ê Nîsanê banga tevlêbûnê hat kirin ..