21 Hezar kes li Girê Spî hatin bicihkirin

Di navbera 2 salan de dewleta Tirk li Girê Spî ya dagirkirî 21 hezar niştecih bi cih kiriye.

Dewleta Tirk malbatên çeteyan li şûna şêniyên bi darê zorê koçber bûne, li herêmên dagirkirî bi cih dike.

Ev yek jî di çarçoveya guhartina demografiya herêmên dagirkirî de ye..

Li gorî ANHA’yê ji meha Nîsanê ya par ve, dewleta Tirk 21 hezar kes li Girê Spî bi cih kirine.

Di 3 mehên dawîn de 9 hezar û 181 niştecih derbasî bajêr û gundewarên wê bûne.

ANHA’yê di 2022′yan de belge kir ku 12 hezar û 757 niştecih di deriyê Girê Spî yê bi ser sînor ve derbas bûne.

Ew niştecih ji Humis, Heleb, Idlib û Xûta Şerqiyê ne.

Artêşa Tirk a dagirker ew niştecih li mal û gundên koçberan belav kirin.

Hemwextî niştecihbûnê, dewleta Tirk bi pereyên komeleyên Qeter, Pakistan û Efganistanê avahiyên mêtingehê ava dike.

Back to top button