Jinên herêmê: Em ê dev ji doza xwe bernedin

Jinên ku Rêber Abdullah Ocalan dîtine dibêjin ku ew ê dev ji doza xwe bernedin.

Jina bi navê Hediye Remo Mûsa sala 1994′an li Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubananê rêber Apo dîtiye.

Hediye Remo li ser hûrgiliyên hevdîtinê axivî û got ku ew nêzî 8 rojan li akademiyê man û tevli civînekê bûn.

Li gorî Hediye, Rêber Abdullah Ocalan di axaftina xwe de behsa pergala kapîtalîst di ferzkirina desthilatiyê de kir.

Hediye da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan behsa jinê jî kir û gotiye divê jin pirtûkan bixwînin û xwe nas bikin.

Hediye heta niha li ser wî fikrî dimeşe û dibêje ew ê ti carî dev ji doza xwe bernede.

Nûra Kêlo jî bal kişand ser rewşa jinan a beriya belavbûna felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman:

“Jinan berê mafên xwe nedizanîn, kevneşopî û zîhniyeta baviksalar ku azadiya jinan kelepçe dikir, qebûl kiribûn.

Lê bi belavbûna fikrên Rêber Abdullah Ocalan re li pêş jinan ronahî çêbû û êdî zana bûn, maf û erkên xwe nas kirin.”

Back to top button