Qedexeya derketina derve dewam dike

JI bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsa Corona ev 6 rojin li Bakur û Rojhilatê Sûrî qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.

Qedexeye derketina derve li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî di roja 6’an de dewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo selametiya xelkê di nava xebatê de ne û nahêlin tu kes ji malên xwe derkeve.

Ev biryar rastî razîbûn xelkê herêmê hat.

Di wextekê de ku hemû cîhan ji ber vîrûsa Coronayê di nava metirsiyê de ne, dewlta Tirk av li ser bajarê Hesekê û Til Temirê qut kiriye.

Qutbûna avê di vê demê de metirsiya derketina vîrûsa Coronayê li herêmê deh qat zêdetir dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji çaxa dewleta Tirk Serê Kaniyê dagir kiriye ev 4 carin ku avê li ser bajarê Hesekê û Til Temirê qut dike.

Back to top button