Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêra Zorê bi hevkariya Meclisa Gel a bajarokê Hecînê bi sernavê ′Xurtkirina eniya hundirîn misogeriya paşeroja me ye′ civînek li dar xist.
Civîn li hola Meclisa Gel a Hecînê bi beşdariya şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û komîteyên jinan hate lidarxistin.
Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Elaa El Seîd axivî û bal kişand ser girîngiya sekinandina li hember şerê taybet ê li dijî herêmê û bi taybet Dêrazorê û got:
“Divê em li hember aliyên derve yên hewl didin fitne û şerê bixin nava gelê herêmê hişyar bin.”
Divê em eniya hundirîn xurt bikin û li hember her kesê hewl dide ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe, bisekinin.”
Beşdarên civînê jî diyar kirin ku divê eniya hundirîn bi rêya zêdekirina serdan û hevdîtinên bi şêniyan re were xurtkirin.
Her wiha hate destnîşankirin ji bo bidawîkirina şer û destwerdanên derve divê hewledanên ji bo xurtkirina eniya siyasî werin zêdekirin.