Kobanê-Sersaxî ji malbata şehîd Ronahî re hat xwestin

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata gerîlaya YJA-Starê şehîd Yildiz Botan re xwest û soza şopandina riya şehîdan hat serkeftinê dan.

Gerîlaya YJA-Starê Ronahî Qarih “Yildiz Botan” 25’ê Tîrmehê di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker li herêmên parastina Medyayê şehîd bibû.

Merasîma sersaxiyê ya ji bo malbata şehîd li gundê Yaramaz ê li başûrê Kobanê hat lidarxinstin.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho axivî û got:

“Ji berbanga dîrokê ve, dagirker komployan li dijî vî gelî pêk tîne.

Dema fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derket, gelên herêmê hişyar bû.

Dewletên dagirker hewl dan ku careke din hebûna dîrokî ya gelê herêmê tune bikin.

Lê şehîdên me bi fedakariya xwe ders dan komplogeran.

Adil dawiyê soza domandina têkoşînê heta pêkanîna xeyalên şehîdan da.

Merasîma sersaxiyê didome.

Back to top button