Xelkê Girê Spî li dijî sûcên dewleta Tirk dest bi grevê kirin.
Li girê Spî a dagirkirî jî binpêkirin hene.
Li gorî çavkaniyên ajansa ANHA’ê, hat ragihandin ku li dijî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê grev heye.
Hate diyarkirin ku li bajarokê Silûkê kar hate sekinandin û dikanên bazirganiyê hatin girtin.
Li gorî agahiyan welatiyan duh beriya grevê xwepêşandanek li Silûkê lidarxistibûn.