Reqa-Ji bo başkirina rewşa aborî Rêveberiya Xweser civînek li dar xist

Îro Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîneke awarte ji bo nîqaşkirina rewşa aborî, li bajarê Reqayê li dar xist.

Civîn bi beşdariya 40 hevserokên encûmenên zagonsaz û endamên meclisa giştî pêk hat.

Ji 7 Herêmên Rêveberiya Xweser her herêmekê rewşa xwe vegot.

Di encamnameya civînê de, hin piyar hatin standin, ji wan.

  •  Lijneyek taybet bi desteya darayî re were çêkirin û botçeya karmendên rêveberiya xweser li gorî bihabûna jiyanê were destnîşankirin.
  • Zêdekirina para her kesekî ji nan bi rêjeya 25% û zêdekirina cezayan.
  • Zêdekirina mazota çandiniyê bi rêjeya 20% û başkirina wê.
  • Xaza malan mehane were dayîn.
  • Sotemeniya erebeyan mehane were dayîn.
  • Pêkanîna projeyên zivtkirina rêyan.
  • Zêdekirina çavdêriya Temwînê, rêgirtina li pêş keysbaziyê, çavdêriya nirxên derman, doktor û nexweşxaneyan.
  • Avakirina komîteyan ji meclisên zagonsaz ên Rêveberiyên Xweser û Sivîl ji bo şopandina karê daîreyên sotmenî, aşxane û firneyan.

Back to top button