Berxwedana li girtîgehan 153 roj li pey xwe hişt

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo li girtîgehên Tirkiyê, kampa Mexmûr û Yewnanistanê didome. Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok diyar kir ku dixwazin di navbera gel û Rêber Apo de dîwaran lê bikin.
Li Amedê jî tevî astengiyên polîsan çalakî li dijî tecrîdê hatin kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li girtîgehan hatibû destpêkirin koma 31’ê dewr girt û kete roja 153’an.

Çalakiya grevê ya li Kampa Penaberan a Mexmûrê îro koma 66’emîn çalakî dewr girt û kete roja 132’ê de.

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 115’an roj in didome:

Li Amedê tecrîd hate şermezarkirin

Rêxistina HDP’ê ya Amedê, li Yenîşehîr, Rêzan û Sûrê ji bo balê bikşîne li ser tecrîda li ser Rêber Apo û xwedîderketina li greva birçîbûnê xwest çalakî pêk bîne.

Girseyê xwestin bi daxuyaniyê balê bikişînin ser greva birçîbûnê lê daxuyanî ji hêla polîsan ve hat astengkirin.

Lê ligel astengiya polîsan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Her wiha li dora avahiya HDP’ê yên Sûr û Yenîşehîrê hatin dopêçkirin.

Fedîle Tok: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok diyar kir ku divê hewldanên me qada navneteweyî bixe nava tevgerê ku dawî li îşkenceya li Îmraliyê bînin.

Fadîle, da zanîn ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman:

Back to top button