PARLEMENTOYA BAŞURÊ KURDISTAN ÊRÎŞÊ TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIR

Piştî 15 parlametnerên parlementoya Başurê Kurdistanê bang li parlementoyê kiribûn ku li dijî dagirkeriya Tirk kombibin û helwesta xwe nîşan bidin, Parlamentoya Herêma Kurdistanê êrîşên Tirkiyê şermezar kir û got: Divê hikûmeta Iraqê li gor destura 2005’an bi erka xwe rabe û parastina sîvîlên herêmê bike.

Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Vala Ferîd di destpêkirina runiştina parlementoyê de li ser navê Parlamentoya Herêma Kurdistanê bombebaranên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û kuştina sivîlan şermezar kir.
Seroka Parlamentoyê bang li hikûmeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabe û got:
Li gorî destûra Komara Iraqê ya sala 2005’an parastina sînor di stûyê Hikûmeta Iraqê û hemû saziyên destûrî yên hikûmeta federal a Iraqê de ye.
Divê hikûmeta Iraqê bi erkê xwe rabe û parastina sîvîlên herêmê bike.
Her wiha tazmînat bide ew kesên ku li heremê maxdurbûne.

Leave a Reply

Back to top button