Li Serê Kaniyê çete bi hev ketin..5 birîndar bûn

Careke din çeteyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî bi hev dikevin. Herî dawî li Serêkaniyê ya dagirkerî di encama şerê wan de herî kêm 5 çete birîndar bûn.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand “Şerê çeteyan li derdora nexweşxaneya Roj pêk hat.”

Çavdêriyê her wiha destnîşan kir ku xebatên dermankirina nexweşan ji ber şerê rûdayî li nexweşxaneyê rawestiya.

Derbarê sedema derketina şer de jî, Çavdêriyê da zanîn ku nakokî ji ber erkdarkirina rêveberiyeke nû ji nexweşxaneyê re derketiye.

Tim û tim li herêmên dagirkirî tevlîhevî û pevçûn hene û di navbera çeteyên dewleta Tirk xwe bi xwe de de şer derdikeve.

Back to top button