Rewşenbîrên Kurd Mamoste Ahmet û Alî Fûat Çewlîg diyar kirin ku divê gelê Kurd bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin.
Rêveberê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê Mamoste Ahmet bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk û wiha got:
“Di esas de Rêber Abdullah Ocalan ne tenê şexsek e.
Rêbertî bi Kurd û Kurdistanê re bûye yek. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd jî azadiya xwe di azadiya wî de bibîne”
Mamoste Ahmet li dijî tecrîdê banga tekoşîneke piralîkir û got:
“Azadî ne bi gotinê, wê bi çalakiyê pêkan e”
“Em Kurd, rewşenbîr, siyasetmedar her kes li gor hêza xwe, hin bi çeka xwe, hin bi aboriya xwe, hin bi pênûsa xwe, hin bi hunera xwe;divê li dijî tecrîdê têbikoşe.
Divê azadiya Rêberê gelê Kurdistanê bê misogerkirin. Divê her kes çi ji destê wan tê bike. Em demildest azadiya Rêbertiya xwe dixwazin.
Tenê bi gotinê nabe, divê em çalakiyan bikin.”
Rêveberê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) Alî Fûat Çewlîg jî tecrîd şermezar kir û diyar kir ku divê li dijî tecrîdê em dengê xwe hîn zêde derxînin.
Seyrî Îpek: Bi saya fikra Rêber Apo û çalakiyên gelan komplo li bin ket



