PDK gelek Pêşmergeyên xwe veguhastin Metîna û Amêdiyê

Di saetên sibehê de, PDK’ê gelek pêşmergeyên xwe veguhastin qadên gerîla.

PDK’ê digel pêşmergeyên xwe, çekên giran, wesayîtên zirxî, ambûlans û gelek wesayîtên taybet ên bejahiyî veguhastin herêma Metîna û Amêdiyê û sewqiyateke leşkerî pêk anî.

Li gorî agahiyan, karwanê PDK’ê ji aliyê welatiyên herêmên navborî ve hatin kişandin.

HPG: Divê Pêşmerge ji piştê ve xencerê li me nedin

Der barê vê sewqiyata PDK’ê de, HPG’ê bi daxuyaniyekê got:

“Hêzên PDK’ê dixwazin bikevin qadên me yên li Metînayê. Divê Pêşmerge nebin sedema rijîna xwînê.”

Li gorî ajansa nûçeyan ANF’ê, Pêşmerge û hêzên Iraqî êrîşî kampên gerîla kir û HPG û YJA Starê jî bi ser wan de guleyên hişyariyê teqandin.

HPG’ê diyar kir ku ew nizanin ku çawa derb li seyarya peşmergeyan ketiye. Tespît nebûye bê ka mayineke berê hatiye danîn teqiyaye an jî êrîşeke hewayî çêbûye.

Back to top button