
Şerê di navbera Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li Idlibê gurtir dibe. Balafirên şer ên Rusyayê baregehên çeteyên dewleta Tirk li bakurê Laziqiyê topbaran kirin.
Şerê di navbera Hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî dewam dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi moşekan baregehên hêzên hikûmeta Şamê yên li gundê Cobas ê rojhilatê Idlibê topbaran kir.
Her wiha li başûrê Idlibê jî endamekî hêzên hikûmeta Şamê hate kuştin.
Balafirên Rusyayê baregehên çeteyên dewleta Tirk li Laziqiyê topbaran kir
Balafirên Rûsyayê 3 êriş li dijî baregehên çeteyan li girên El-Kabîne ya li bakurê Lazîqiyê pêk anîn.