Rûsya: Teqîna li baregeha Qirimê êrişeke sabotajê bû

Ev demeke baregehên leşkerî yên Rûsya li herêma Qirimê dibin armanca êrişên mezin.Rûsya ragihand ku teqîna beriya 2 rojan encama êrişeke sabotajê bû.

Pêr li herêma Qirimê ku ji sala 2014’an ve di bin kontrola Rûsyayê de ye, teqîneke mezin rû da.

Pêşî bûyer weke êrişa hêzên Ukraynayê hat ragihand.

Şêwermendê ofîsa serok-komariya Ukraynayê Mikhailo Podolyak (Mîxaîlo Podolyak) ragihan ku êriş ne bûyereke nîşandana hêzê bû û got;

Ya hatî kirin tevgera bê-çekirinê ye.

Cîhazê Ewlekariya Federal a Rûsyayê jî îdîa kir ku teqîn encama êrişeke sabotajê ye û got;

Di nava meha derbasbûyî de 6 bircên elektrîkê li nava xaka Rûsyayê ji aliyê hêzên Ukraynayê ve hatin têkbirin.

Hefteya derbasbûyî jî li Qirimê li baregeha leşkerî ya Rûsyayê rêze teqînê mezin pêk hatin.

Di encamê de zerar li gelek balafirên şer bû.

Ukraynayê berpirsiyariya vê êrişê negirt ser xwe.

Back to top button