Atîna: Bila kîn nebe sedema welat parçe bibe

Piştî qezaya trenê ya li Yewnanistanê hêrsa gel danakeve.
Serokwezîrê Yewnan Kiryakos Miçotakis careke din lêborîn xwest û bang kir ku kîn rêne de welat parçe bibe.

Serokwezîrê Yewnanîstanê di civîna lijneya wezîran de axivî û got,

“Ez dîsa li ser navê kesên ku bi salan welat bi rêve dibin û bi taybetî ji raya giştî, lêborîna xwe dixwazim.

Ez berpirsiyariyê hildigirim.”

Ev gotinên serokwezîr beriya mîtîngeke din a ku ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve li Atînayê hatibû plankirin hatin.

Mitsotakis ragihand ku wê bêtirî 270 mîlyon euro ji bo reforma rêyên hesinî were razandin.

Li Atîna di navbera polîs û xwepêşandêran de pevçûn

Li welat piştî qezaya trenê ku 28’ê Sibatê pêk hat, 57 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Ev bûyer weke, qezaya trenê ya herî bixwîn ket dîroka welat.

Ji wê rojê ve li Yewnanîstanê xwepêşandêr dadikevin qadan û helwesta xwe nîşan hikumetê didin.

Şevê din jî bêtirî 40 hear xwepêşandêr li paytext Atîna kom bûn.

Di navbera wan û polîsan de pevçûn derketin.

Bêtirî 20 xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Back to top button