Wezîra Karên Derve ya Almanya li Şengalê bû

Xelkê Şengalê peymana 9’ê Cotmehê wek qirkirina li dijî xwe dibîne. Êrîş û pîlanên dewleta Tirk û PDK’ê jî, li ser gelê Êzidî xilas nabe. Meclîsa Almanyayê jî qirkirina Êzidîyan wek jenosîdekî naskiribû. Ji bo jinûve avakirina Şengalê, Wezira Karên Derve Ya Almanyayê Annalena Baerbock serdana Şengalê kir.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku serdana Iraqê kir, îro çû Şengalê û serdana Mala Pêkvejiyanê ya li navçeya Sinûnê kir.

Annalena serdana Mala Pêkvejiyanê kir

Baerbock li Sinûnê serdana Mala Pêkvejiyanê ya li Sinûnê kir û bi hejmarek kesayet û çalakvanên Êzidî re civiya.

Hat destnîşan kirin ku di hevdîtinê de, li ser vegera koçberên Êzidî û ji nûve avakirina Şengalê nîqaş hatine kirin.

Annelena ji aliyê Berpirsê Mala Êzidiyan Dr. Mîrza Dînayî ve hate pêşwazîkirin.

Dinayî di daxuyaniya çapemeniyê de armanca serdanê û mijarên ku di hevdîtinê de hatine gûftûgokirin eşkere kir.

Dr.Dînayî :Me daxwazên xwe ragihandin

Dr. Dînayî da zanîn wan li gel beşek ji çalakvan û kesayetên Şengalê derbarê rewşa Şengalê axivîn û daxwazên xelkên êzdî ragihandine.

Dinayî da zanîn Almanya qirkirina Êzîdiyan nas kiriye, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê xwestiye ji nêz ve rewşa Şengalê bişopîne û ji bo ji nûve avakirinê serdan kiriye.

Her wiha eşkere kir ku wê Annalena serdana çend cihên din yên Şengalê û gundê Koço jî bike.

Xelkên Êzidî peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin

Xelkê Êzîdî li dijî peymana 9’ê Cotmehê ne û weke qirkirineke din a dijî Êzidiyan dibînin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Meclîsa Federal Ya Almanya qirkirina Êzidîyan wek jenosîdekî binav kiribû û qirkirina Êzidîyan naskiribû.

Back to top button