Li Yemenê 17 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Li wîlayeta Saada ya li bakurê Yemenê li bazarekê êrîş pêk hat û encamê de 17 sivîl jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî êrîş li bazara El Raqw ya li wîlayeta Saadayê pêk hat.

Di vê êrîşê de 17 sivîl jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku êrîş bi rêya hewayî pêk hatiye.

Herêma ku êrîş pêk hat di bin kontrola Hûsiyên Şîî de yê.

Heta niha ti hêz berpirsyartiya êrîşê negirte ser xwe.

Di 22 û 27’ê Mijdarê de jî dîsa li cihê bazarê êrîşên hewayî pêk hatibûn û di her du êrîşan de 10 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji serê meha Mijdarê ve 89 sivîl li vana bazaran hatine qetilkirin.

Yemen yek ji welatên herî xizan yê Rojhilata Navîn e.

Piştî şerê navxweyî yê ji sala 2014’an ve dewam dike, xizaniya li welêt zêdetir bû.

Leave a Reply

Back to top button