Gel bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” herikîn

Îsal jî di pêşengtiya partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî û demokratîk de gel ber bi Amarayê ve ango cihê li Rêber Apo ji dayikbûye ve meşiyan Konvoya girseyê di têketina çoltara Taxa Yanaloba ya navçeya Pirsûsê ji aliyê cendirmeyan ve hatin rawestandin. Li ser vê yekê girseyê rê li trafîkê girt û li wir rojbûna Rêber Apo pîroz kir. Li bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê jî ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo şitil hatin çandin.

Her sal bi hezaran Kurd û dostên xwe di vê rojê de berê xwe didin cihê ku Rêber Apo lê ji dayik bûye.

Ango gel ber bi gundê Amarê yê navçeya Xelfetiyê ve diherikin.

Îsal jî di pêşengtiya partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî û demokratîk de ber bi Amarayê meş hate lidarxistin.

Girseya qelebalix a ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyê hat, tevî hemû astengiyan li Xaçerêya Payamli ya li ser Riha û Dîlokê hatin bahev.

Saliha Aydenîz: Ev roj rojeke dîrokî ye

Saliha Aydenîz, bi lêv kir ku 4’ê Nîsanê ne bi tenê roja ku Abdullah Ocalan ji dayîk bûye ye û wiha axivî:

“Ev roj roja vejîna gelê kurd e. Beriya 100 salan bi Lozanê xwestin kurdan ji dîrokê jê bibin û kirin 4 parçe.

Lê belê 4’ê Nîsanê ji nû ve bûna kurdan e û weke têkoşîn û aştiya demokrasiyê dinirxînin.”

Saliha Aydenîz: ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan em ê li qadan bin

Saliha Aydenîz desnîşan kir ku ji bo tecrîda ku vegûheriye rejîmê, bişkînin û ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan ew ê li qadan bin

Girse bi dirûşmeya “ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” kete rê

Piştî axaftinan girse bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” kete rê.

Leşerên Tirk pêşiya girseyê girt û nehişt derbasî Amarayê bibe

Girse, di têketina çoltara Taxa Yanaloba ya navçeya Pirsûsê ji aliyê cendirmeyan ve hatin rawestandin.

Cendirmeyan, bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr neda ku girse derbasî Amarayê bibe.

Gel li ser rê rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Li ser vê yekê girseyê rê li trafîkê girt û li wir rojbûna Rêber Apo pîroz kir.

Li Wan û Îzmîrê ji bo azadiya Abdulah Ocalan şitil hatin çandin

Bi wesîleya 74’emîn rojbûna Rêber Apo li bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê jî çalakiyên pîrozkirinê pêkhatin.

Di vê çarçoveyê de, li bajarê Wanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şitil hatin çandin.

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê jî Tevgera Jinên Azad TJA şitil çandin û Rojbûna Rêber Apo pîroz kirin

Back to top button